DEWLETA TIRK GUNDÊ QEREMOX Ê KOBANÊ DIKE HEDEF Û ZAROK NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Êrîşên Dewleta Tirk adagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê ranewestiyane.

Li gundewarên kobanê jî dibistanan dike hedef û tirsê dixe nava zaroka ji bo ji xwendina xwe dûr bikevin.

Êrîşên Dewleta Tirk adagirker li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewame

Dewleta tirk êrîşî gundê Qeremox ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê jî dike. Ev yek metirsiyê di nava zarokan çêdike û wan ji mafê xwendinê bêpar dihêle.

Derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk, ew ê dibistanên xwe vekin û mamoste wê li ser erkê xwe bin.

Şêniyên gundê Qeremox gotin ku ji ber topên dewleta Tirk a dagirker zarokên wan naçin dibistanê û banga rawestandina êrîşan kirin.

Zaroka ji gundê Qeremox dibêje, “Ez dixwazim biçim dibistana xwe ,lê ji ber topan nikarim.”

Dewleta Tirk bi her awayî êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ,sûcan li dijî sivîlan pêk tîne û zarokan ji xwendina wan bêpar dike.

Dewletên navnetewî û rêxistinên parastina mafên zarokan jî li hember van kiryaran bêdeng in.

Share This Article