Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên 15`ê Gulanê bi dawî kir û diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê bingehî.
Bi dehan mamoste, xwendekarên dibintan û zanîngehê li goristana Şehîd Dîcle Kobanê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê di daxuyaniya xwe de got,Çalakiyên ku wan 10`ê Gulanê dest pê kiribû li goristana Şehîdan bi dawî dikin û vê rojê li diyarî giyanên wan dikin.
Komîteyê diyar kir ku, Li Rojavayên Kurdistanê di şert û mercên herî zehmet de bi saya fedekariyên şehîdan, azadîxwaz û têkoşeran xizmeteke gelekî mezin di ber doza Kurdistanê de hate dayîn.
Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê di dawiyê de tekez kir ku, Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafekî rewa û bingehîn e, Divê perwerdeya bi zimanê dayîkê di destûra fermî ya Sûriyê de were naskirin û qebûlkirin.
