Meclisa Olî ya Helebê û Kongreya Îslama Demokratîk forumek li Helebê bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê avakirina Sûriyeya nû de” li dar xist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Kongreya Îslama Demokratîk û rêvebera Ofîsa Jinan a Meclisa Olî ya Helebê Nisrîn Îbrahîm beşa yekem ya forumê bi rê ve bir.
Di beşa yekem de Nisrîn Îbrahîm nêrîna îslama demokratîk ji bo avakirina Sûriyeyek nû vegot.
Beşa duyemîn jî, têkildarî danasîna Kongreya Îslama Demokratîk bû û ji hêla endamê Meclisa Olî şêx Yihya Mehmûd ve hate şîrovekirin.
Piştre beşdarên forumê nêrîn û pirsên xwe der barê nêrîna îslama demokratîk a li ser olên din de anîn ziman.
