Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan.
Malbatên şehîdan, bi dehan xelkê bajarê Kobanê û gundewarê wî, nûnerên ji sazî û desteyên Rêveberiya Xweser Şehîdên Komkujiya Kobanê di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn.
Di çalakiyê de, Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî axivî û got ku komkujiyên li herêmê, wek Komkujiya Helincê û Qumcî, di nav sûcên şer de tên hesibandin. Balî diyar kir ku berxwedana Kobanê di salên 2013, 2014 û 2015’an de bû xalek girîng ku gelên herêmê û hêzên parastinê li dijî DAIŞ’ê rawestan.
Çalakî bi pêxistina mûman û danîna kulîlkan li ser gorên şehîdan bi dawî bû.
