Çalakiya Konvedanê ya Insiyatîva gel ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO duh li bajarê Qamişlo li dar xist, îro bi xwepêşandanekê bi dawî bû.
Bi sedan pêkhateyên Ereb, kurd û Suryan ên ji bajarê Qamişlo û gundewarên wê û saziyên sivîl berê xwe dan konê çalakiyê ya ku li nêzî stadyuma 12ê adarê hatiye vedan.
Welatiyan di bin konê çalakiyê de diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO armanca wan ya sereke ye.
Piştre saet 4 welatî li pêşiya konê çalakiyê kom bûn û meşek li dar xistin.
Meş li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî veguherî mitîngê.
Li wir li ser navê Rêveberiya Xweser û pêkhateya Ereb axaftin hatin kirin û hate tekezkirin ku ew ê bi têkoşîna xwe, azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.
Meş bi dirûşmeyên bijî berxwedana Rêber APO bi dawî bû.
