4 emîn Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” bi beşdariya 150 zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dest pê kir.
Pêşbirk li ser asta herêma Cizîrê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Jinên Wêjevan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat birêxistinkirin .
Pêşbirk bi zimanên erebî û kurdî ye û ji 4 qonaxan pêk tê,
di qonaxa yekemîn de dê komîteya amadekar li nirxandinên zarokan ên li ser çîrokên ku li wan hatine belavkirin, were guhdarkirin.
Di qonaxa duyemîn de jî dê her beşdarek di nava hefteyekê de navaroka çîrokekê binîvisînin, û di ya sêyemîn de jî dê nivîs ji zarokan were xwestin û li pêşiya komîteyê werin xwend.
Di 7’ê Tebaxê de jî dê kesên serketî werin xelatkirin
PÊŞBIRKA “NIVÎSKARÊN PÊŞEROJÊ” A ZAROKAN LI QAMIŞLOYÊ DEST PÊ KIR
