ŞÊNIYÊN MINBICÊ JI BO PIŞTEVANIYA ŞERVANÊN QSD’Ê ÇALAKIYEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read
ŞÊNIYÊN MINBICÊ JI BO PIŞTEVANIYA ŞERVANÊN QSD'Ê ÇALAKIYEK LI DAR XISTIN

Ji bo piştevaniya şervanên QSD’ê û Encumena Leşkerî ya Minbicê, Partiya Sûriya Pêşerojê, îro li bajarê Minbicê çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Bi sedan şêniyên Minbicê, rûspî, serokeşîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berxwedana şervanên QSD’ê û Encumena Leşkerî ya Minbicê ya li dijî hêzên têkder û dewleta Tirk hate silavkirin.

Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmê têk bibe.

Berpirsa Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên dibêje, ti hêz nikarin hevgirtina gelê herêmê têk bibin.

Share This Article