ŞÊNIYÊN KOBANÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ 12 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Cenazeyên 12 cangoriyên berxwedana Minbic, Qereqozaq û Bendava Tişrînê bi merasîmeke girseyî li bajarê Kobanê hatin oxirkirin.
Bi hezaran şêniyên Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navên Kongra Star, Desteya Jîngehê û malbatên şehîdan axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Axêveran gotin, ji bo çeteyên dewleta Tirk derbasî Kobanê nebin, şervanên azadiyê li Pira Qereqozaqê berxwedaneke dîrokî meşandin û çete têk birin.
Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava tîlîlî û dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

Share This Article