Rêveberên Yekîtiya Mamostayan a Reqayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gel û binesaziyê dike hedef şermezar kirin û helwesta xwe ya li gel Hêzên Sûriya Demokratîk û parastina herêmê li hember êrîşên dewleta Tirk tekez kirin.
Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî van êrîşan helwesteke tund nîşan bidin.
