Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê merasîmek ji bo bîranîna şehîdên “Berxwedana 14’ê Tîrmehê” li dar xist.
Merasîm li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê; bi beşdariya rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, rêveberên ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Kobanê; hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê axaftinek ji aliyê Sara Xelîl ve hate kirin.
Sara Xelîl berxwedana wê roja mezin, kesên ku ji bo azadî û rûmetê li dijî rejîma faşîst a Tirk canê xwe feda kirine silav kir û pabendbûna xwe ya şopandina rêya şehîdan û bilindkirina berxwedanê piştrast kir.
Piştre senavizyonek li ser berxwedana “Zindana Amedê” hate nîşandan, û bîranîn bi dirûşmeyên pesna berxwedanê û rêzgirtina ji şehîdan re bi dawî bû.
