Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi boneya 9’emîn salvegera damezirandina xwe, li kantona Şehbayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Rêveberiya Xweser bi saya ferdekarî û qehremaniya şehîdan hatiye avakirin û heta niha xwe li ser lingan girtiye.
Her wiha Rêveberiya herêma Efrînê dibêje, çeteyên ku nav li xwe dikin artêşa azad, bi fermana dewleta Tirk tevdigerin û demografya herêmê diguherînin.
Di beşekî din de tê gotin, dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk êrîşî Efrînê kir, lê xelkê berxwedaneke dîrokî meşand.
Di dawiyê de Rêveberiya herêma Efrînê tekez dike ku heta rizgarkirina Efrînê ew ê têbikoşin û armancên şehîdan pêk bînin.
