ŞÊNIYÊN KOB NÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞAN DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, meşek li dar xistin.
Di meşê de tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojkhilatê Sûriyê daketin qadan.

Meşê ji qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Meşvanan bênavber dirûşmeyên Bijî Berxwedana Rojava û bimre dagirkerî berz kirin.

Li qada Şehîd Egîd Hevserokê Encumena Cîbicîkar a kantona Firatê Mihemed Şahîn axivî û tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze aramî û îstîqrara herêmê têk bibe.

Meşvanan diyar kirin ku dê vîna gelên herêmê plan û êrîşên dagirkeriyê têk bibin.

Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîş têne şermezarkirin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê tê kirin.

Share This Article