Di 25’ê çileya 2024’an de Meclîsa Kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber APO de, pirtûkxaneyek di kampê de vekir.
Armanc ji Pirtûkxaneyê zanekirina civakê û belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava hemû beşên civakê de ye.
Rojên derbasbûna pirtûkxaneyê ne diyar e, kesê ku bixwazibe bixwîne berê xwe dide pirtûkxaneyê û pirtûkê ku bixwazibe dixwîne.
Rêveberê Pirtûkxaneyê Aslan Beko ji Kamîreya Rojava TV re got, pirtûkxane û xwendina pirtûkan rê ber xwenaskirina û jiyana bi rêxistinkirî vedike.
Her wiha Aslan Beko da zanîn ku, armanca wan a sereke ji vekirina pirtûkxaneyê belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.
Di ser Komploya Navneteweyî re ku 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin 26 sal derbas dibin.
Kurdistanî û kurdên li cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava”Ji abdullah Ocalan re azadî ji pirisgirêka kurd re çareseriya siyasî” têkoşîna xwe mezin dikin.
