LI HELEBÊ SALVEGERA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînî û xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi meşekê salvegera 7’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir.
Beriya 7 salan Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê bi zêdetirî 70 balafirên şer û bi hezaran çeteyan êrîşî Efrînî kirin.
Ji bo şermezarkirina salveegra destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li Helebê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Di meşê de dayîkên Efrînî wêneyên zarokên xwe yên şehîd û şaxên zeytûnan hildan.
Her wiha axaftin hatin kirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.

Share This Article