RÊXISTINÊN BAKUR: TIRKIYÊ LI DIJÎ ROJAVA SÛCÊ ŞER PÊK TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistinên hiqûqî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diyar kirin ku hedefgirtina sivîlan û qadên jiyanî yên di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de “sûcê şer e” û bang li dewleta Tirk kirin ku li gorî peymanên navnetewî tev bigere.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ya Stenbolê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Stenbolê, Piştevaniya Parêzeran, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişa li dijî sivîlan, avahî û mal û milk “sûcê şer e”.
Her wiha hate diyarkirin binpêkirina mafên bingehîn ên gel nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Em weke saziyên hiqûqê bang li Tirkiyê dikin ku li gorî peymanên navnetewî ku alîgirên wan e tev bigere, dawî li êrişan bîne û pirsgirêka kurd a bûye pirsgirêkeke navnetewî bi mûxatabên wan re di çarçoveya aştiyê de çareser bikin.”

Share This Article