Bi sedan şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulrehîl Şûeyîb li goristana Şehîdan oxirkirin. Her wiha ji bo 4 şehîdan jî merasîma xiyabî hat lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD’ê û Kongreya Islama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Ebdulrehîl Şûeyîb di nava diruşmeyên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.
Her wiha şehîd Azad Minbic, Cîlo Çarçela, Besam El- Ebûd û Fîras El- Reselan ku di demên cuda de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
