DESTEYA KAR Û BARÊN CIVAKÎ DAXWAZA RAKIRINA DORPÊÇA LI SER KOBANÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

 

Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Kantona Firatê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku alîkariya ku digihêje Kobanê, ji ber dorpêça berdewam a ku niha di roja xwe ya 37`an de ye, têra şêniyan nake.

Desteyê daxwaza rakirina dorpêçê bi tevahî kir da ku çareseriyeke mirovî ya domdar were pêkanîn.

Desteya Kar û Barên Civakî û Kar bi hevkariya Nivîsgeha Rêxistinan a Kantona Firatê, îro di civîneke çapemeniyê de ku li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li Kobanê hate lidarxistin, daxuyaniyek da.

Di Daxuyanî de hat diyarkirin ku bajarê Kobanê 37 roj e ji hêla hêzên girêdayî hikumeta demkî ve di bin dorpêçê de ye û bi deh hezaran kes ji Reqa, Tebqa û gundewarên Kobanê ber bi navenda bajêr ve koçber bûne, ku ji ber zexta mezin a li ser xizmetguzarî û binesaziyê, rewşa mirovî xirabtir bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta niha nêzîkî 3 hezar doşek, 8 hezar betanî, 5 hezar û 754 paketên xwarinê, 2 û 500 paketên paqijiyê gihaştine waan ku li 14 tax û stargehên bajêr hatin belavkirin.

Wekî din, 37 hezar ton mazot hat belavkirin, 30 ton ji bo saziya avê û 7 ton û nîv ji bo navendên tenduristiyê hat veqetandin.

Di dawiya daxuyaniyê de desteyê diyar kir ku mafê hemû malbatên li Kobanî û gundewarên derdora wê heye ku alîkarî bigihêje wan.

Her wiha da xuyakirin ku gihandina alîkariyan bêyî rakirina dorpêçê çareseriyeke mayînde ji bo krîza mirovî pêk nayne û daxwaza bidawîanîna dorpêçê bi tevahî kir.

Share This Article