Bi nêzhatina salvegera 7’an a damezrandina rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê Hevserokê Meclîsa Tendirustiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Dr Osman şêx Îsa axivî.
Dr Osman şêx Îsa anî ziman ku pêwîste modela rêveberiya xweser ji bo avakirina sûriyeke nû û adil bibe bingehek.
6’ê Îlonê salvegera 7’an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Rêveberiya Xweser projeya netewa demokratîk a li ser bingeha demokrasî, azadiya jin û ekolojiyeyê esas girt her wiha têkoşîna jiyaneke azad û pireng ji tevahî pêkhateyên herêmê re meşand.
Bi nêzhatina salvegera 7’an a damezrandina rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê Hevserokê Meclîsa Tendirustiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Dr Osman şêx Îsa axivî.
Dr Osman şêx Îsa salvegera damezrandina rêveberiyê pîroz kir û diyar kir ku sîstema rêveberiya xweser ku deng li cîhanê veda sîstemeke parastina mafên pêkhateyan e.
Her wiha Dr Osman şêx Îsa anî ziman ku pêwîste modela rêveberiya xweser ji bo avakirina sûriyeke nû û adil bibe bingehek.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 7 salan de, têkoşîna bidestxistina jiyaneke wekhev û demokratîk ji bo tevahî pêkhateyan, xizmetkirina gel û misogerkirina parastina herêmê didomîne.
