LI KOBANÊ CENAZEYÊN 3 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ BI MERASÎMEKÊ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di êrîşa li dijî Pira Qereqozaxê de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Dicle hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiyên siyasî beşdarî merasîmê veşratina cenazeyên her sê şehîdan bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Axêveran gotin, Roj roja serîrakirina li hemberî her dagirkeriyê ye. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan li Pakrawangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Share This Article