Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 4 şehîdên azadiyê oxir kirin.
Şervanên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl, tevgerên jin beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Axêveran gotin, şehîd stûnên avakirina welat in û bi xwîna xwe axa welat av didin û tekezî li ser berdewamkirina rêya şehîdan hate kirin.
Di dawiyê de wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên şehîd namirin, hatin oxirkirin.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan Oso, Omer Abid û Umran El Hesûnî 26’ê Îlona îsal di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de û şervanê QSD’ê Cano jî dema ku erka xwe pêk dianî, gihaştin asta şehadetê.
