KONGRA STAR A KANTONA FIRATÊ BI MEŞEKÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Din dirûşmeya “Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya rêber APO misoger bikin”, Kongra Star a kantona Firatê, meşeke girseyî li bajarê Kobanê li dar xist.

Meşa ji bo azadiya fîzikî ya rêber APO, bi berzkirina siloganên “Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe”, ji qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Aştiyê ve bi rê ket.

Di meşê de, bi sedan xelkên Kobanê, her wiha endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, saziyên rêxistinî û partiyên siyasî, beşdar bûn.

Li Qada Aştiyê meş veguherî mîtîngê û deqeyekê bêdeng ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Di mîtîngê de axaftinek li ser navê Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê hat kirin û banga azadiya rêbertî hate kirin.

 

Share This Article