Welatiyên Tileran û Tilhasilê yên ku koçberî kantona Tebqayê bûne, şehîdên komkujiya Tileran û Tilhasilê bi bîr anîn.
Bîranîn bi beşdariya saziyên sivîl, Leşkerî û Endamên Hêzên Cebhe Elekrad li Navenda Çandê ya Tebqayê hat sazkirin.
Piştî deqeyke rêzgirtinê, Endama Komîteya amadekar a çalakiyê Rûha Kûsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Piştre li ser navê Hêzên Cebhe Elekrad û welatiyan axaftin hatin kirin, axêveran şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Di dawiyê de sinifizyonek li ser komkujiyê hate pêşandan.
LI TEBQAYÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA TILERAN Û TILHASILÊ HATIN BIBÎRANÎN
