Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê nêzîka 3 mehan e bi israr û biryardariyeke xurt dewam dike.
Gelê herêmê ji 8’ê çileya îsal ve, ji bo parastina av û kehrebeya xwe berê xwe didin Bendava Tişrînê.
Doh Komeke nû ya xelkên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Rimêlan gihiştin bendava Tişrînê û nobetdarî ji xelkên bajarê Hesekê dewr girtin.
Çalakiyên gel yên li Bendava Tişrînê bi biryardarî dewam dikin.
