ŞÊNIYÊN HELEBÊ BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD EGÎD EFRÎN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Egîd Efrîn oxir kirin.
Şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo beşdarî merasîma oxirkirinê bibin li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn.
Beşdarên merasîmê li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bilind kirin.
Li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, “Hêza me li kuderê be, ew der ewle ye, ji ber ku me diparêzin û canê xwe ji bo me feda dikin.”
Canazeyê şehîd bi durişme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Share This Article