MSD’ê li bajarê Helebê derbarê rewşa Sûriyê û çawaniya pêkanîna aştiyê de papeleke diyalogê li dar xist, tê de daxwaza serwerkirina pergala Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê hat kirin.
Panel ji aliyê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD bi beşdariya kesayetên serbixwe, nûnerên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dar ket.
Di panelê de Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Helebê Fatme El Hesîno axivî û girîngî da aştiya civakî wekî stûneke bingehîn a misogeriya îstîqrarê û jinûve tamîrkirina Sûriyê kir.
Di nîqaşan de, derhênera Sînemayê Xinwa Heyderî diyar kir ku pêwîstî bi naskirina hebûna pirsgirêkên civakî wekî bingehek ji bo derbaskirina wan û pêkanîna aştiya civakî heye.
Li aliyekî din jî, serokê Meclisa Elewî-Kurdî û endamê Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pîr Comerd Sito got Rêveberiya Xweser bi rêya projeya xwe ya ku rêzê ji tevahî pêkhateyan re digire di xurtkirina aştiya civakî de pêşeng bû.
Sito hêvî kir ku Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê pêk bê.
