DI KAMPANYAYA “EZ DIXWAZIM RÊBER OCALAN BIBÎNIM” DE 2 HEZAR 541 ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Rojava Tv
3 Min Read

Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan, daxuyaniyek ji raya giştî parve kirin û tê de encamên kampaniya “Ez dixwazim rêber Abdullah Ocelan bibînim” aşkere kirin.

Înîsiyatîfê diyar ku di vê kampanyayê de 2 hezar 541 îmze hatin komkirin

Beriya çend rojan, Endamê Rêveberiya Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur ji çapemeniyê re bidawîkirina kampanyaya”Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocelan bibînim” ragihand û diyar ku hejmara dawî ya kesên kampanya îmze kirine dê di 21’ê Îlonê de were aşkerakirin.

Ji bo parvekirna encamên kampaniyayê, Înîsiyatîfa Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan, daxuyaniyek ji raya giştî dan.

Daxuyanî li ber deriyê navenda Înîsiyatîfê ya bajarê Qamişlo hate dayîn û tê de hejmarek ji parêzer, endamên ensiyatîfê, endamên TEV-DEM’ê û Kongra Star amade bûn.

Di Daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo aştî û civakeke demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocelan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navnetewî bi silogana “Ez dixwazim rêber Abdullah Ocelan bibînim” da destpêkirin.

Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, ku li parêzgehên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek bajarên din ên Sûriyê, bersiva vê bangê dan.

Înîsiyatîfê bi bîr xist ku vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîrên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê pêngavê bûn. Li gel wê hejmarek ji kesayetiyên navdar ên parêzgehên Sûriyê jî tevlî bûn.

Înîsiyatîfê li daxuyaniyê zêde kir û got: “Bi boneya Roja Aştiyê ya Navnetewî ya 2025’an, ku îsal bi silogana “Ji bo cîhaneke aştiyane tevbigerin” ku di 21’ê Îlonê de tê lidarxistin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku kampanyaya me bi tomarkirina 2,541 îmzeyan bi dawî dibe.

Înîsiyatîfê diyar kir ku ew ê encamên vê kampanyayê, tev nameyek fermî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT), Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê re bişînin.

Înîsiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em piştrast dikin ku daxwaza me di çarçoveya mafên bingehîn ên mirovan de ye. Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.

Share This Article