ŞÊNIYÊN DÊRAZORÊ KUŞTINA PENABERÊN SÛRÎ LI TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên gundewarên bakurê kantona Dêrazorê; bi daxuyaniyekê bûyerên ku vê dawiyê li Tirkiyê qewimîne û di encama wê de penaberên Sûriyê ji aliyê nijadperestên Tirkiyê ve hatine kuştin, şermezar kirin.
Beriya daxuyaniyê, şêniyan meşeke girseyî organîze kirin û li kolanên bajarê El-Siwer ê gundewarên bakurê Dêrazorê, meşiyan.
Piştre, daxuyanî li Meclisa Herêma Bakur a gundewarên Dêrazorê hat dayîn û tê de gelek şênî û rûspiyên xeta bakur a kantona Dêrazorê amade bûn.
Şêniyan danûstandina Tirkiyê bi penaberên Sûrî re û nebûna kontrola wê li ser komên nijadperest ên ku dem bi dem dikanên Sûriyan talan dikin, şermezar kirin.

Share This Article