DESTEYA ÇAND Û HUNERÊ YA AMÛDÊ PÊŞANGEHEK JI BO ZAROKAN LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya çand û huner ya bajrê Amûdê, di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, pêşangehek ji bo zarokan li dar xist.

Di pêşengehê de 30 zarok beşdar bûn û tabloyên xwe yên rengereng û karê destan jî di nav de pêşkêş kirin.

Di bin dirûşmeya “azadî ji zarokatîyê ve dest pê dike”, îro desteya çand û hunerê ya bajarê Amûdê, di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, pêşangehek ji bo zarokan li dar xist.

Pêşangeh bi beşdariya zarokan, endamên meclisa malbatên şehîdan û malbatên zarokan li navenda çand û huner ya bajarê Amûdê hate li darxistin.

Di pêşengehê de 30 zarok beşdar bûn û tabloyên xwe yên rengereng û karê destan jî di nav de pêşkêş kirin.

Rêvebera Çand û Hunerê ya Bajarê Amûdê Bêrîvan Elî ji Rojava TV re behsa girîngiya pêşangehê dike

Her wiha mamosteya wêneyê Leyla Ehmed jî got, em vê pêşangehê diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin.

li seranserî kurdistan û cîhanê çalakiyên cur bi cur ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber abdulah ocalan tên li darxistin û tê de banga azadiya fîzîkî ya rêbertî tê kirin.

Share This Article