PYD’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA GEŞEDANÊN DAWIYÊ CIVÎNEK LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê îro li bajarê qamişlo civînek li ser rewşa siyasî ya ku herêm tê de derbas dibe li dar xist.

Di civînê de geşedanên siyasî yên dawiyê û rewşa Rêber APO hatin nîqaşkirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hate kirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî û geşedanên dawiyê, civînek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Civîn bi beşdariya bi sedan endamên sazî û dezgehên rêveberiya xweser, meclisa malbatên şehîdan û xelkê bajarê qamişlo hate lidarxistin.

Di civînê de her du xalên sereke yên weke êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û rewşa Rêber APO hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Qamişlo Menîca Heyder ji Rojava Tv re behsa rewşa ku herêma bakur û rojhilatê suriyê tê re derbas dibe û giringiya lidarxistina vê civînê kir.

Her wiha Endamê Partiya Yekîtiya Demokrtîk Mihemed Xêr Elîka diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û sîxûrên wê naxwazin aramî li herêmê pêk were.

Civîn bi nîqaş û pêşniyaran bi dawî bû û tê de tekezî li ser xurtkirina asta têkoşînê û rêgirtina li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker hate kirin.

Share This Article