PYDˈê jî bi heman boneyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê komxebatek li dar xist.
Komxebat bi beşdariya şervan û fermandarên QSD, YPJ, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Her wiha bi rêya online jî peyam hatin dayîn.
Di komxebatê de axaftin hatin kirin û behsa berxwedana dîrokî ya Kobanê hate kirin.
Her wiha hate gotin, li Kobanê dîrok hate nivîsandin û piştî banga seferberiyê berxwedan derbasî qonaxeke nû bû.
Di dawiya komxebatê de xelat hatin belavkirin û dirûşme hatin berzkirin. Piştre gel ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle.
