ŞÊNIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo Pêkanîna projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan axivîn û tekez kirin ku Rêber APO her dem ji bo aştiyê têdikoşe.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de ragihand, li cîhanê deng veda û bi hezkirin hat pêşwazîkirin.

Ji bo bersivdana banga aştiyê jî komeke ji gerîlayan çekên xwe şewitandin û derbasî qonaxeke nû bûn.

Têkildarî vê mijarê dayika aştiyê ya bi navê Gulîstan Esi’ed tekez kir ku Rêber APO her dem ji bo aştiyê têkoşiya.

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Akademiya Şehîd Luqman a Civaka Demokratîk Ilham Omer jî diyar kir ku Rêber APO ji bo doza kurd gaveke dîrokî avêt, lê Tirkiyê li gor wê tevnagere.

Tevî Banga Rêber APO ya aştiyê jî, lê Dewleta Tirkiyê heta niha şert û mercên Rêber APO baş nekirine û hîna jî tecrîdê didomîne.

Share This Article