Duh li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakî û şahiyên rengîn hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de tekezî li ser parastina zimanê Kurdî hate kirin.
Duh li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakî û şahiyên rengîn hatin lidarxistin.
Saziya Zimanê Kurdî û desteya perwerdeyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya Qamişlo çalakiyeke bîranînê li dar xistin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin û mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.
Her wiha Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê şahiyeke mezin li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Di şahiyê de bi dehan mamoste, rewşenbîr û şêniyên bajêr amade bûn. Axaftin hatin kirin û tekezî li ser vejandina zimanê Kurdî hate kirin.
Li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê jî bi heman boneyê şahiyeke girseyî hate lidarxistin.
Welatiyan xwe bi cilûbergên kurdî xemilandin û 15’ê Gulanê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Şahî û çalakiyên bi boneya 15’ê Gulanê bi gerandina govendên kurdewarî bi dawî bûn.
