MSD bi armanca nîqaşkirina siyasetên dewleta Tirk, hikûmeta şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, komxebateke diyalogê li kanton Şehbayê lidarxist.
Di komxebatê de, Fermandarê gîştî QSD Mezlûm Ebdî bi rêya online destnîşan kir ku Dewleta tirk bi awayekî veşartî çeteyan perwerde dike, her wiha bi rêya çeteyên Tehrîr El Şam dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê fereh bike.
Encumena Sûriya Demokratîk MSD îro bi tevlîbûna Siyasetmedarên ji herêma Efrînê, bajarê Helebê, endamên yekitî û saziyên sivîl komxebatek li kantona Şehbayê lidarxist.
Kesên amede rastiya dewleta Tirk û çeteyên Tehrîr El Şam di aloziya Sûriyê de, bandorên nêzîkbûna Tirkiye-hikûmeta şamê ji çeteyên Tehrîr El Şam re, her wiha helwesta gelê Sûriyê û civaka navneteweyî li hember çeteyên Heyet Tehrîr El Şam nîqaş kir.
Fermandarê hêzên sûriya demokratîk QSD Mezlûm Ebdî bi rêya zoomê tevlî komxebatê bû û destnîşan kir ku Dewleta tirk a dagirker raya giştî dixapîne.
Yek ji endamên komîteya amadekar a komxebatê diyar kir ku Dewleta tirk hewl dide Heyet Tehrîr El Şam rawa bike.
Tê zanîn ku dewleta tirk vê dawiyê rê ji çeteyên hetey tehrîr El-Şam re vekir ku Efrînê kontrol bike, rayedar dibînin ku tirkiyêdixwaze vê koma terorîst bi vê yekê li ser cîhanê ferz bike da ku wê nas bikin..
