Şervanên QSD’ê şehîd Nemir Qamişlo û şehîd Mezlûm Efrîn bi merasîmekê bi heybet li Qamişloyê hatin oxirkirin.
Di meradîmê oxirkirinê de bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo, bajarok û gundên wê, koçberên Efrîn, Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, beşdar bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê Xelîl Îso û Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî Nezîr Sofî axivîn.
Axêveran gotin ku qehremanên wan dîrokeke nû ji bo rûmet û namûsa xwe nivîsand, ew ê jî weke erkekê bigrin ser milê xwe û şopdarên şehîdên xwe bin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nav dirûşmên “Şehîd namirin” de, hatin oxirkirin.
