LI QAMIŞLO JI BO ZAROKAN KONSERTEK HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bi diruşma ′Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye′ Tevgera Hîlala Zêrîn konserta mûzîkê û pêşangeha wêneyan li dar xist .

Çalakî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, zarokên dibistana Hîlala Zêrîn û malbatên wan hate lidarxistin .

Di çalakiyê de tabloyên curbecur ên zarokan hatin pêşandan.

Hîla Zêrîn bawername li zarokên beşdar belav kirin û ew xelat kirin .

Di dawiya Çalakiyê de zarokan stranên şoreşgerî û folklorîk pêşkêş kirin.

Share This Article