Encumena Malbatên Şehîdan a Qamişlo îro bi merasîmekê Şehîd Yûsif Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo bi bîr anî.
Merasîma bîranînê li çerxereya Şehîd Yûsif Gulo bi beşdariya şêniyên bajarê Qamişlo û Malbata Gulo hat lidarxistin.
Di merasîma bîranînê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hat diyarkirin ku, dewleta Tirk a dagirker rasterast pêşeng û kesayetên xwedî bandor di civakê de hedef digire.
Her wiha hat gotin ku, ew ê şopdarê xeta têkoşîna Apê Yûsif Gulo bin.
Li aliyekî din li ser navê malbata Gulo, Necah Gulo anî ziman ku wê têkoşîna malbata Gulo ya ji bo kurdistaneke azad, dewam bikin.
