LI HELEBÊ SALVEGERA DAGIRIKIRINA EFRÎNÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca şermezarkirina salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê, meşek li dar xistin.
Meş bi beşdariya bi sedan xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, sazî û dezgehên Rêvebriya Xweser bi dirûşma ”bi rihê berxwedama serdemê em ê dagirkeriya li Kurdistanê têk bibin” li dar ket.
Meş ji eywana 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd despêkir û li çerxereya zeytûn a li taxa eşrefiyê veguherî mîtînê.
Di mîtîngê de dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û pêkanîna sûcên dijî mirovahiyê li Efrînê hat şermezarkirin, her wiha daxwaza vegereke bi ewle bo koçberan hat kirin.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “bijî berxwena serdemê” “na ji komkujiyên dagirkeriya tirk re “bi dawî bû

Share This Article