Şêniyên bajarên Qamişlo û Kobanê bi pêxistina mûnan şehîdên meha gulanê bi bîranîn û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.
Şêniyên bajarê Qamişlo bi boneya Roja Şehîdan, ku dikeve 18’ê Gulanê, mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Şêniyan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan soza şopandna xeta şehîdan nû kirin û gotin ew ê xwedî li nirx û destkeftiyên şehîdên xwe derkevin.
Her wiha li bajarê kobanê jî şêniyan li goristana şehîd Dicla Koabê mûm li ser gorên Şehîdan pêxistin û şehîdên meha Gulanê bi bîranîn.
Bi dehan Saziyên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê, parityên siyasî, meclisa Malbatê şehîdan û di merasîma bîranînê de amade bûn.
Di merasîma bîranînê de hat gotin ku, heta pêkanîna armancên şehîdan û misogerkirina serkeftinê ew ê têkoşînê mezin bikin.
