Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî “Ehmed Bîrhat” derbarê biryara Mafê Hêviyê ya Rêber APO de axivî û diyar kir ku ev biryar ji milê Tirkiyê ve tê binpêkirin.
Ehmed Bîrhat diyar kir, civaka kurd bawer e ku ev pêngav biçe serî, lê di heman demê de tirs heye ku hin alî vê pêvajoyê têk bibin.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan di 2003’yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûn.
Piştî serlêdana yekem, di 18’ê adara 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) biryar da û xwest Tirkiyê mafê hêviyê bide Rêbr Abdullah Ocalan.
Di ser vê biryarê re 11 sal derbas bûne û Tirkiyeyê heya niha ev biryar nas nekiriye.
Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî “Ehmed Bîrhat” derbarê biryara mafê hêviyê de axivî û diyar kir ku ev biryar ji milê Tirkiyê ve tê binpêkirin.
Ehmed Bîrhat diyar kir, civaka kurd bawer e ku ev pêngav dê bibe bingeha demokratbûna Tirkiyê, lê di heman demê de tirs heye ku hin alî vê pêvajoyê têk bibin.
Siyasetmedar bawer dikin ku banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, nexşerêyek ji bo gihîştina çareseriyek siyasî ye, ji ber ku ew li ser bingeha demokrasî û jiyana hevbeş hatiye avakirin.
