Welatiyên gundê Siftikê yê bajarê kobanê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, nikarin derbasî nava zeviyên xwe bibin. Û dibêjin : Ew bi tirs nêzî zeviyên xwe dibin.
Her wiha welatî dibêjin : Dewleta tirk êrîşî debara wan a jiyanê dike.
Piraniya şêniyên herêmên bakur û rojhilatê sûriyê debara xwe bi çandiniyê dikin.
Lê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, çotkarên ku zeviyên wan li ser sînorin nikarin derbasî nava zeviyên xwe bibin.
Li gunên bajarê kobanê ên li ser sînor, ger çotkar derbasî nav erdên xwe bibin, rastî gulebaranê tên û zeviyên wan dibin hedefa êrîşan.
Welatiyek ji gundê Siftekê yê kobanê got ku Ew ji ber gulebaranên dewleta tirk bi tirs nêzî zeviyên xwe dibin.
Her wiha welatiyeke ji gundê Gazika jî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker debara jiyana wan dike hedefa êrîşên xwe.
Cotkarên gundewarên sînorî yên di navbera Rojava û BAKURÊ Kurdistanê de, ji ber gulebaranên cendermeyên Tirkiyê nikarin berhemên zeviyên xwe bi dest bixin û gelek caran cendermyan welatî gulebaran kirine.
