4 SAL DI SER DAGIRKIRINA BAJARÊN GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

9 cotmeha 2019 an dewleta tirk a dagirker êrîşeke dagirkeriyê li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê spî da destpêkirin, di encama êrîşê de her du bajar hatin dagirkirin û zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn.
Koçbereke ji Serêkaniya Dagirkirî ji Rojava Tv re bi dilekî şewat behsa Çîroka Koçberiya xwe dike .

4 sal di ser dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê re derbas dibin. Her du bajar bi hinceta “herêma ewle” û piştî hevdîtinên Tirkiyê û Amerîka û biryara ji nişkê ve ya serokê Amerîkayê ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne hatin dagirkirin.

Di encama dagirkirina van her du bajaran de zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û bi dehan kes jî bi rengekî hovane hatin qetilkirin .

Koçbereke ji Serêkaniya Dagirkirî ya bi navê Roz El Ziyab ,bi dilekî şewat behsa Çîroka Koçberiya xwe dike .

Roz El Ziyab dibêje ku ew di nava Çadiran de gelek zehmetiya dikşînin, û bang li rêxistinên mirovî kir ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin.

kobçerên Serêkaniyê bi hêviya vegera cih û warên xwe li dijî dagirkeriyê di nav berxwedanê de ne .

Her sal hêviyên xwe nû dikin ku wê rojekê dîsa vegerin bajarên xwe û di hembêza wê de bi azad û bêtirs razên û bijîn.

Share This Article