ŞEHÎD SALIH MUSLIM BER BI RÊWÎTIYA DAWÎ VE HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
3 Min Read

Bi dehhezaran xelkên Rojava û Şandeyek ji bakurê û başûrê Kurdistanê cenazeyê şehîd Salih Muslim bi merasîmek bi heybet û girseyî li goristana şehîd Dîcle ya Kobanê oxirkirin.

Beşdarên merasîmê diyar kirin ku Bavê Welat bi salan ji bo doza Kurdî têkoşiya, divê yekitiya gelê Kurd xurt bibe û gelê Kurd dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî bike.

Karwanê cenazeya endamê Desteya Hevserokatî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim ji Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi Pakrewangeha Şehîd Dicla ve birê ket.

Şandeya ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê QSD`ê û şandeyek ji herêma Cizîrê bi tevlîbûnek mezin şehîd Salih Muslim oxirkirin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê şandeya Bakurê Kurdistanê Hevserokê DEM partî Tuncer Bakirhan axivî û got: “Bi navê hemû xelkê Bakurê Kurdistanê em sersaxî ji malbata Şehîd Salih Muslim re dixwazin’ .

Piştî wê peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo şehadeta Salih Muslim rêkiribû, hat xwendin.

Di berdewamiya merasîmê de siyasetmedar Leyla Zana axivî û got:` Hêviyên we yên mezin wê bibe riya azadiyê. Em sersaxî ji malbat şehîd Salih Muslim re dixwzin. Ji bo em azad bijîn, Divê em ji têkoşîna xwe û têkoşîna zarokên xwe bawer bin. Hatina Kobanê ji bo min xeyalek bû. Ez niha li Kobanê me. Divê yekitiya gelê Kurd hîn xurtir bibe û aştî bê gelê Kurd nabe.

Li ser navê şandeya Başûrê Kurdistanê jî Serdar Abdullah axivî û got:“Ji bo me şerefekî mezin e ku em li Kobanê ne û em tevlî merasîma têkoşer Salih Muslim bûne. Gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gihîştin hinek mafên xwe û em hêvî dikin ku gelê Kurd ên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bighîjin mafên xwe.

Piştre Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî behsa jiyan û têkoşîna şehîd Salih Muslim kir û got, Şehîd Salih Muslim Doza me ji herkesi baştir temsîl kir.Dema pêwist bû endamê PYDê bû, dema pêwist kir di asta siyaseta Sûriyê de xebat kir. Pêşengî siyaseta me bû, şehîdê doza gelê Kurd bû. Îro tişta ku em bikin, soza bidin Bavê Welat em dê têkoşînê bidomînin.”

Piştre li ser navê malbatê Eyşe Efendî axivî û spasiya xwe ji gelê Kurd kir û got, Em gelê her çar perçeyê Kurdistanê li her derê yek in. Em dê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin. Salih Muslim di hizûra Şehîd Şervan de soza xwe nû dikir. Ez jî di hizûra Salih Muslim de soza xwe nû dikim ku ez dê ji nûve dest pê bikim û li çar perçeyên Kurdistanê ezê têkoşînê bikim.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Salih Muslim hat xwendin û cenaze spartin axê.

Share This Article