DAGIRKERIYA TIRK BI DIJWARÎ BINESAZIYA HERÊMÊ TOPBARAN DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên dawî yên dewletaTirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin û gotin , armanca êrîşan têkbirina ewlehiya herêmê ye .
her wiha şêniyan tekezî li ser parastina axa xwe kirin .

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek û yên şer li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine.

Di êrişan de, navend û kargehên stratejîk, cihên xizmetguzariyê mîna nexweşxane, stasyonên avê û kehrebeyê û cihên petorlê bombebaran dike.

têkildarî vê yekê şêniyên bajarê kobanê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin ku armanca êrîşan derbkirina ewlehiya herêmê ye .

Her wiha şêniyên kobanê anîn ziman ku her çiqasî dewleta tirk asta êrîşên xwe zêdebike, ew ê dest ji ax û warê xwe bernedin.

Tevî êrîş û sûcên şer ên dagirkeriya tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewletên garantor li hemberî van binpêkirinan bê deng mane.

Share This Article