ŞEHÎD NAGÎHAN AKARSEL LI HELEBÊ HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê şehîd Nagihan Akarsel li Mala Xwendinê ya bi navê wê, bi bîr anî.
bi dehan endamên saziyên sivîl, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û xwendevanên Mala Xwendinê beşdarî çalakiya bîranînê bûn.
Di serî de belgefîlmek li ser jiyana şehîd Nagîhan û destkeftiyên wê, hat pêşandan.
Piştre jinên ku ji aliyê şehîd Nagîhan ve hatine perwerdekirin axivîn û gotin, wan bi rêya şehîd Nagîhan zanista jineolojî nas kirin.
di dawiyê de helbestek li ser mîrasa şoreşgerî ya şehîd Nagihan hat xwendin.

Share This Article