Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê, şahiyek li bajarê Hesekê li dar xist.
Şahî bi amadebûna endamên yekitiya Jinên Ciwan , saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan û şênî bi dirûşma “Ji bo azadiyê, dem dema pêşengtiyê ye” bi rê ve çû.
Di şahiyê de axaftin li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star hat kirin û hate gotin, Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di hemû aliyan de rê li ber jinan vekir û rojbûna rêbertî, azadî û aştî bi xwe re anî.
Piştî axaftinan hunermendan û komên mûzîkê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
