Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê yekemîn konferans bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” li dar xist:
Di konferansê de sedemên komployê, projeya netewa demokratîk û girîngiya azadiya Rêber APO hat nîqaşkirin.
Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê bi armanca xwendina parêznameyên Rêber APO yekemîn konferans bi navê “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” li dar xist.
Konferans li hola Navenda Çandê ya bajarê Sirînê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl û leşkerî, rêxistinên jinan û ciwanan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên kantona Firatê li dar ket.
Destpêkê sînevîzyonek derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo doza Kurdî, her wiha li ser parêznameyên Rêber APO hat pêşandan. her wiha sedemên hûnandina komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO hat nirxandin.
Di yekemîn konferansa parêznameyên Rêber APO de mijarên wekî “Têgeha netew-dewletê û bandora wê li ser gelên Rojhilata Navîn”Rola fikrên Rêbertî di Rojhilata Navîn de û sedemên komployê” Neteweya demokratîk” hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Piştî nîqaşakirina hersê mijaran yekemîn konferansa parêznameyên Rêber APO bi encamnameyan bi dawî bû.
Ji xalên encamnameyê, Bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, dayîna semîner, lidarxistina komxebatan, Domandina xwendina parêznameyên Rêber APO.
