Saziyên Rêveberiya Xweser û Partiyên siyasî ên Kantona Cizîrê bi şahiyên cuda agirê Newroza 2025’An pêxistin.
Di şahiyan de Newroza2025’an li Rêber apo û tevahî gelan hat pîrozkirin, her wiha
hêviya misogerkirina azadî û serkeftinê hat kirin.
Newroz an jî weke li hin welatên din Nûroj tê pênasekirin, ew roja ku mirovan zincîrên koletiyê şikandin û sibeya rojeke nû ragihandin.
Di vê roja dîrokî de meydanên bajar, sazî û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyên pîrozkirina newrozê tijî dibin.
Bi vê boneyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD , li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist û agirê newrozê bi hev re gur kirin.
Di şahiyê de endamên PYD newroza sala 2025’an li Rêber Abdullah Ocalan û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û hêvî kirin ku, ev newroz bibe newroza azadiyê.
Li aliyekî din , saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Qamişlo bi boneya hatina Newrozê li ber saziyên xwe yên bajarê Qamişlo şahiyek li dar xistin.
Şahî bi Bi amadebûna endamên Desteya Jin, desteya parastinê , desteya Tenduristî û Gumrikê
li dar ket.
Beşdarên şahiyê newroz li Rêber APO û girtiyên azadiyê pîroz kirin û hêviya sazkirina Sûriyeke demokrat û wekhev kirin.
Her wiha Rêveberiya dibistanên bajarê Qamişlo jî şahiyek bi amadebûna rêveberên dibistanan, rêxistinên jinan û şêniyên bajêr li dar xist.
Di şahiyê de dîlanên floklorî hatin gerandin û çêjeke taybetî li vê boneyê zêde kir.
Çalakî bi pêxistina agirê Newrozê û balkişandina ser girîngiya pîrozkirina vê cejnê ji bo xurtkirina nasname û çanda kurdî, bi dawî bû.
