LI KOBANÎ DAYÎK DEST BI KELANDINA GENIMÊ JI BO DEMSALA ZIVISTANÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li gundê mewjikê yê ku 17 kîlo metreyan li rojavayê bajarê Kobanê dikeve, dayîk dest bi kelandina genimê ji bo demsala zivistanê dikin.

Piştî kelandina genim, ew genimê xwe radixin û piştre ji bo xwarinê ji hev du cuda dikin.

Dayîka Fatma ya ji wî gundî ji Kamereya Rojava TV re behsa pêvajoya kelandina genim dike.

Li gundê Mewjikê yê rojavayê bajarê Kobanê, dayîk weke her sal dest bi amadekariyên erzaqên demsala zivistanê dikin.

Yek ji wan amadekariyan jî kelandina genim e ku li herêmê weke danûk jî tê naskirin.

Fatma di gel malbata xwe, salane ji bo kelandina genim, berê xwe didin gundê Mewjikê û bi kelandina genim re, erzaqên xwe yên zivistanê hil tînin.

Di dema kelandina genim de endamên malbatê li dora hev du kom dibin. Piştî kelandinê, ew genim radixin û piştre ji bo xwarinan ji hev du cuda dikin.

Di van salên dawiyê de û bi zêdebûna kargehên ji bo çêkirina genim, çanda kelandina genim li herêmê kêm bûye, lê tevî wê yekî jî ev malbat bi derfetên xwe hewl didin vê çandê vejînin û mayînde bikin.

Share This Article