Di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji bo 4’ê Nîsanê “Rojbûna Rêber APO” Kongra Star a bajarê Hesekê çalakiyek çandina daran li dar xist û daxuyaniyek ji bo vê rojê da.
Çalakî di atmosfereke şahiyê de dest pê kir û tê hejmarek ji endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û endamên Kongra Star, beşdar bûn.
Di çalakiyê de, heftê û heft dar li Parka Şehîd Azad a li ser rêya bajarokê Twêna hatin çandin.
Piştî wê, daxuyaniyek ji aliyê rêveberiya Kongra Star a Hesekê ve hat xwendin, ku tê de hat piştrastkirin ku 4ê Nîsanê wekî roja azadiya jinan û destpêka avakirina civakeke demokratîk tê hesibandin.
