SAZÎ Û RÊXISTINÊN REQAYÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ KUŞTINA MAMOSTE NÛRA Û KEÇA WÊ DAN

Rojava Tv
2 Min Read

Li bajarê Reqayê duh, mamosta Nûra ya 25 salî û keça wê ya 8 salî, di mala xwe de li ser destê kesên nenas hatin kuştin.

Yekîtiya mamosteyan a Reqayê û kombûna jinên Zenûbyayê ev tawan şermezar kirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku kujeran bigrin û wan darizînin.

Duh li bajarê Reqayê mamosteya bi navê Nûra El- Ehmed ya 25 salî û keça wê ya 8 salî di mala xwe de kuştî hatin dîtin.

Heta niha kesên ew kuştine nenas in. hêzên ewlekariya hundirîn jî dest bi lêpirsîna li ser bûyerê kirine.

Yekîtiya mamosteyan a bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê kuştina mamosta Nûra û Keça wê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bûyer weke, tawaneke birêxistinkirî hate binavkirin û bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku kujeran bigrin û wan darizînin.

kombûna jinên Zenûbyayê jî daxuyaniyek da û ev bûyer weke, tawaneke li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Jinan êrîş şermezar kirin û gotin, mejî û wijdanên mirovan van kiryarên hovane ranakin.

Di beşekî din a daxuyaniyê de kombûnê ji aliyên peywendîdar xwest ku bi lez di vê dosyeyê de tevbigerin.

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rêxistinên jinan tawan şermezar kirin û banga darizandina kujeran kirin.

Share This Article